Välj språk här Välj språk här

Nîv parçe kaxez

Barê malbarkirinê yê dawiyê çûbû; kirêdar, mêrekî ciwan qeytaneke reş ya şînê li dora fotorê wî girêdayî, carekê din dîsa di nav malê de geriya, çavê xwe gerand ji bo ku bibîne ka tiştek ji bîr kiriye yan na. –Na, tu tiştek ji bîr nekiribû, hîç; û derket çû sivderê, biryara xwe dabû, ku êdî tu demê li ser jiyana xwe ya di vî xanî de nefikire. Lê de îcar berê xwe bidê, li sivderê li kêleka têlefonê, kaxezekî nîv parçe bi dîwar ve pît zeliqandî bû;  û seranser bi destnivîsên cuda hatibû dagirtin. Hin destnivîsên qelema murekebê, zelal û vekirî bûn, hinekên din bi qelema qirqişûnê an jî ya sor, xaromaro hatibûn nivîsandin. Hertişt li vir bû, temamiya vê çîroka bedew,  ku di demeke kurt ya du salan de, li vir derbas kiribû;  hemû tiştên ku wî dixwest ji bîr bike li vir nivîsandî bûn; çend salên jiyana mirov li ser nîv parçe kaxez.

Wî ew kaxez ji wir anî xwarê; ji wan kaxezên destnivîsên musvede yên tavezerikî bûn ku ronahî didan. Wî ew danî ser pêxêrîka fayans û xwe di ser de xûz kir û gişt xwend. Pêşiyê navê wê hebû: Alice, ev nav, bedewtirîn nav bû ji bo wî wextekê, ji ber ku ew dergîstiya wî bû. Û hejimara 15 11. Wek hejmara sitraneke  îlahî ya li Dêrê  xuya dikir. Dûra nivîsandibû: banqe. Ev karê wî bû, karê pîroz, ku nan, mal û jin dabû wî, bingehê heyîn û jiyanê. Lê li ser hatibû çixêzkirin! Banqeyê îflas kiribû û nemabû.  Lê ew bi xwe  zû hatibû rizgarkirin, derbasî banqeyeke din kiribûn, piştî zemanekî kurt ê gelekî nearam û endîşebar.

Û dihat. Dikana gulfiroş, fayton (texsiyên wî zemanî. -werger). Ev roja nîşaniya wan bû, hingê berîka wî ji pereyan tijî bû.

Piştre: mobîlyafiroş, hosteyê kaxezên dîwaran: ew  hêlînê çêdike. Buroya barkêşiyê: ji bo anîna eşiyayên nav malê.

Bilêtxana Operayê: 50 50. Nû zewicÎ bûn û rojên yekşeman diçûne operayê. Dema wan a here xweş, ku ji xwe re bêdeng rûdiniştin û xwe di nav bextewarî û aramiyê de didîtin, li welatên çîrokan li aliyê din ê perdeyê.

Dûra navê zilamekî tê, li ser vî navî  jî,  çixêzek hatiye kişandin. Hevalekî wî bû, ku di civatê de xwe gihandibû radeke hinekî bilind, lê bêî ketin û rabûn nikanibû xweşî û bextewariyê bidomîne. Gelek caran neçar bû ku here seyahetên ji malê gelekî dûr : Çi karekî  pûç!

Li vir tiştekî ku nû ketiye jiyana wan xuya kir. Bi destê berdestiya malê, bi qelema qirqişûn hatiye lêkirin: “Xanim” kîjan xanim? – Belê ew, ya ku bi mantoyê fire, bi rûyê melûl, wisa bêdeng dihat û tu wextê di nav salonê re derbas nedibû, ji sivderê rast berê xwe dida oda razanê.

Di bin navê wê de Doktor L. hebû.

Yekem car e ku navê miroveke wan li vir xuya dike. “Daye”. Xwesiya wî ye ev, ya ku hertim xwe ji wan dûr digirt, nedixwest cota nûzewicî aciz bike, dixwest wan bi tenê bihêle, lê nuha, di gava pêwîstiyê de, gazî wê jî kiribûn, ew bi dilxweşî tê, ji ber ku hewceyî wê bûbûn.

Li vir destnivîseke bêtewş dest pê dike, bi qelema sor û şîn. Buroya Komîsyonê: Berdestiya malê ji karê xwe derketiye, yan yeke nû wê bê girtin. Dermanxane. Hm! Dunya lê tarî bû! Dikana şîr. Li vir şîrê paqij ê ku ji nexweşiya weremê bilî ye, tê firotin.

Dikana biharatan, qesabxane  û wd. Hemû karên malê êdî bi riya têlefonê tên meşandin; lewra kevaniya malê ne li ciyê xwe ye. Na mixabin di nav nivînan de ye.

Êdî nikanibû wan rêzên mayîn bixwîne, li ber çavên wî şêlû dibûn, mîna yekî ku  di nav deryayekê de li ber fetisandinê be û di binê ava şor de binhêre. Lê dît, li wir nivîsandibûn: Buroya definkirinê.  Û dibêje! –Yeke mezin û yeke piçûk; ango tabût. Û di nav parantêzê de nivîsandibûn; ji axê.

Dûre êdî hîç tiştek tunebû! Bi gotina “ji axê” gihîştibû dawîyê; belê wisa ye.

Lê wî ew kaxezê tavezerikî hilda, ramûsa û xiste bêrîka pêsîrê.

Di nav du deqîqeyan de du salên jiyana xwe careke din jiya.

Dema derkete derva, ne pişta wî xûz ne jî serê wî ber de bû. Serda jî serê xwe bilind girtibû, wek mirovekî dilşa û serbilind, çimkî wî hest kir ku dîsa jî tiştê herî delal bûbû para wî. Ma ev bi destê çend rebenan ketibû!

Download